Hikûmeta Çînê Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden pîroz kir

13 November 2020 14:39 0 dîtin
Hikûmeta Çînê Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden pîroz kir

PeyamaKurd –  Bi fermî Hikûmeta Çînê Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden pîroz kir.

Li gor Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê diyar kir û got: ''Em rêz li îradeya xelk û dengderên Amerîkayê digirin. Em Biden û alîkara wî Kamala Harris pîroz dikin.''

Namzetê Demokratan di hilbijartina Serokatiya Amerîkayê de Joe Biden bi 290 kursiyan serkeftin bi dest xist li hember namzetê Komariyan Donald Trump.

Gelek welatên cîhanê bo serkeftina Joe Biden, pîrozbahî lê kiribûn, lê Çîn û Rûsyayê nekiribûn.

Li gor Rûsyayê ragihand, heta encamên fermî neyên ragihandin, ew peyama pîrozbahiyê naşînin.