Parêzerê Demirtas biryara azadkirina Demirtas dixwaze

20 June 2020 10:46 0 dîtin
Parêzerê Demirtas biryara azadkirina Demirtas dixwaze

PeyamaKurd – Dadgeha Makeqanûnê ya Tirkiye bo binpêkirina mafên Selahaddin Demirtaş, Tirkiye bi 50 hezar lîre ceza da da Tirkiye û biryara binpêkirina mafên azadiya Demîrtaş da. Parêzerê Demîrtaş jî dibêje, divê dadgeha Enqerê vê biryarê li ber çav bigire û derbarê Demîrtaş de biryara azadkirinê bide.

Di biryara Dadgeha Makeqanûn de tê diyarkirin ku, Demîrtaş ji keysa propagandaya rêxistina derqanûnî ango PKKê zêde di zindanê de maye û ji ber Tirkiye divê 50 hezar lîreyê tirk ceza bide. Li gorî dadgehê, ev yek binpêkirina mafên Demîrtaş a azadiyê ye û nabe ewqas dem di zindanê de bimîne.

Parêzerên Demîrtaş vê biryarê erênî dibînin û dixwazin ev biryar bibe sedema nirxandineke baş a hiqûqî û muwekîlê wan ku ji dozeke din girtî ye jî serbest bê berdan.

Sertaç Buluttekîn, Parêzerê Demîrtaş diyar dike, “Birêz Demîrtaş hê jî li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran bi awayeke zindankirî tê darizandin. Li gorî biryara dadgehê nabe ku muwekîlê me evqas di zindanê de bimîne û vê yekê weke binpêkirin bi nav dike. Naveroka vê dosyayê jî bûyerên 6-8ê Cotmehê ne. Niha muwekîlê me dîsa her bi vê sûcdariyê îcar ji keyserek din di zindanê de ye. Ji ber vê yekê em vê biryara azadkirinê girîng dibînin. Divê dadgeha Enqerê vê biryara Dadgeha Makezagonê li ber çavan bigire û di derbarê muwekîlê me de biryara azadkirinê bide.”

Li gorî hin parlamenterên HDPê tu hêviyeke wan a berdana Demîrtaş niha tune ye. Lewre Demîrtaş bi awayeke siyasî hatiye girtin û azadkirina wî jî encex bi biryara siyasî be.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera HDPê ya Agiriyê dibêje, “Mixabin mirov nikare li ser hiqûqî bifikire. Tiştekî hiqûqî nîn e. Bi rastî Demîrtaş, birêz Fîgen Yuksekdag gerek îro ne di zindanê de bûna. Lê mixabin em dizanin wek konsepteke siyasî hevalên me dîl hatine girtin. Dadgehê jî îro biryarek daye, gotiye mafên wî hatiye binpêkirin. Lê mixabin ji dosyeyeke din girtî ye. Wisa zû bi zû nayê berdan.”

Selahedîn Demîrtaş di mijdara sala 2016an de bi hinceta ku propagandaya PKKê kiriye bi 11 parlamenterên HDPê re hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû zindankirin. Derbarê Demîrtaş de 31 fezleke hatine amadekirin û hemû îdiayên derbarê Demirtaş de di 2 keysan de hatine berhevkirin. Demîrtaş hê jî li Girtîgeha Edîrneyê zindankirî ye.