Parêzgarê Besrayê ji Serok Barzanî xwest ji ezmuna Kurdistanê sûdê bistînin

31 May 2021 14:55 0 dîtin
Parêzgarê Besrayê ji Serok Barzanî xwest ji ezmuna Kurdistanê sûdê bistînin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 31ê Gulanê pêşwazî li Parêzgarê Besrayê Es’ed El-Îdanî kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û dijwariyên li ber proseya siyasî hat kirin û herwiha ronahî xistin ser rewşa parêzgeha Besra û rewşa xizmetguzarî û jiyana welatîyên wê navçeyê.

Parêzgarê Besrayê ji bo pêşketina Herêma Kurdistanê pêzanîna wî hebû û xwest ku sûdê ji ezmûna Herêma Kurdistanê ya di warên cuda de bê wergirtin.

Di vê hevdîtinê de tekezî li pêşxistina ferhenga pêkvejiyanê û pêwendîyên dîrokî yên di navbera gelê Herêma Kurdistanê û Besra û parêzgehên başûrê Iraqê de hat kirin.