Serok Barzanî pêswaziya parêzgarê Besrayê Esed Îdanî kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî li Bexdayê pêşwaziya parêzgarê Besrayê Esed Îdanî kir.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Barzanî, îro (04.07.2024) Serok Barzanî li paytexta Iraqê Bexdayê, li gel parêzgarê Besrayê Esed Îdanî civiya.
Di hevdîtinê de rewşa parêzgehên başûrê Iraqê û herwiha encamên serdana Serok Barzanî bo Bexdayê hatin gotûbêjkirin.
Tekez li ser hemahengî û hevkariya di warê proje û xizmetguzariyê de di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê, Besra û parêzgehên din ên Iraqê de hat kirin.
Doh (03.07.2024) di saet 11.20an de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandeke pilebilind gihîşt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê. Serok Barzanî li balafirxaneyê ji aliyê Cîgirên Serokwezîrê Iraqê Mihemed Temîm û Fuad Husên û gelek berpirsên siyasî ve hat pêşwazîkirin.
Di yekem roja serdana xwe de Serok Barzanî li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî û çend berpirsên siyasî yên Iraqê civiya. Her di heman rojê de Serok Barzanî 2 civîn li gel berpirsên Hevpeymaniya Îdareya Dewletê û Desteya Hemahengiyê pêk anî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin