Parêzgarê Diyarbekirê Newroz bi tîpa ‘W’ pîroz kir!..

20 March 2022 16:03 0 dîtin
Parêzgarê Diyarbekirê Newroz bi tîpa ‘W’ pîroz kir!..

PeyamaKurd - Parêzgarê Diyarbekirê û qeyûmê şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Munîr Karaloglu, peyameke pîrozbahîyê bo Cejna Newrozê weşand.

Karaloglu, berevajî helwesta fermî ya deshilatiya Tirkiyê di peyama xwe ya pîrozkirina Newrozê de tîpa “W” bikar anî ku ew tîp di alfabeya Tirkî de nîne. 

Karaloglu, di peyama xwe ya ku bi kurmancî, zazakî û tirkî Newroz pîroz kiriye û wiha got: “Nevruzumuz kutlu olsun. Newroza me pîroz be. Newrozê ma pîroz bo”

Parêzgarê Diyarbekirê di dewamê de jî diyar kir: “Newroz, roja nû ye, Newroz bihar e, Newroz navê hemû rêngên hevpar yên ku ji Rojhilata Navîn heta Anatoliyayê, ji Asyayê heta Balkanan e. Bila Newroz ji bo Diyarbekira me, welatê me û erdnîgariya me bibe wesîleya şahî û bereketê.”