Parêzgariya Diyarbekirê daxuyaniyek li ser maça Amedspor û Bursasporê belav kir
PeyamaKurd – Rêveberiya Çapemenî û Têkiliyên Gel a Parêzgariya Diyarbekirê li ser lîstika futbolê ya di navbera her du tîmên futbolê yên Amedspor û Bursasporê de daxuyaniyek belav kir û got: “Têkildarî dîmenên di medyaya civakî de û wêneyê li ser cilûbergên hejmarek temaşevanên lîstikê, hêzên ewlekariyê demildest destwerdan kirine.”
Li gor daxuyaniyê, ji bo lîstikê hemû tedbîr hatine girtin û tekezî hatiye kirin, têkildarî dîmenên di medyaya civakî de û wêneyê li ser cilûbergên hejmarek temaşevanên lîstikê, hêzên ewlekariyê demildest destwerdan kirine û derbarê kesên pêwendîdar de tedbîrên qanûnî hatine destpêkirin.
Herwiha Parêzgariya Diyarbekirê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, “Derbarê lîstika Bursaspor-Amedsporê de ya ku li bajarê me hat lîstin, hemû tedbîr hatin girtin. Lê belê bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin ku dîmenên li ser medyaya civakî bi cil û bergên temaşevanan derbasî stadyumê bûne û hêzên me yên ewlehiyê demildest mudaxele kirine û derbarê kesên pêwendîdar de tedbîrên qanûnî hatine destpêkirin.”
Tîmên Amedspor û Bursasporê do li bajarê Diyarbekirê ku bi hezaran alîgirên tîma Amedsporê tê de amade bûbûn, hatin hemberî hev û Amedspor bi encama 2-0 bi ser ket û 3 puan bi dest xist.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin