Parêzgariya Wanê destûr neda mîtinga Zimanê Kurdî

03 June 2021 12:10 0 dîtin
Parêzgariya Wanê destûr neda mîtinga Zimanê Kurdî

PeyamaKurd – Parêzgariya Wanê destûra lidarxistina mîtinga Platforma Zimanê Kurdî û Tora Çand û Ziman a bo mafê perwerdeya Kurdî neda.

Parêzgariyê bi hinceta ku qedexeya civîn û pêşandanan heye destûr neda mîtinga ku biryar bû 4ê Hezîranê bê lidarxistin.

Komîsyona 15ê Gulanê ku ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Çand û Zimanê Kurdî hatibû avakirin, di çarçoveya kampanya ‘kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’ de, biryar dabû 3yê Hezîranê li Cizîrê, 4ê Hezîranê li Wanê û 7ê Hezîranê jî li Amedê bi dirûşma "Bila zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û perwerdehiyê" û "Bila sedsala 21emîn bibe sedsala zimanê kurdî" ahengên cemawerî bêne lidarxistin.

Biryar bû mîtinga Wanê 4ê Hezîranê li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye piştî biryara parêzgariyê jî bangewaziyên beşdariya mîtinga Wanê berdewam dikin.