Parêzgeha Wanê ji bo 8 rojan qedexeya çalakiyan ragihand

06 October 2022 00:33 0 dîtin
Parêzgeha Wanê ji bo 8 rojan qedexeya çalakiyan ragihand

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Wanê ji bo çalakiyên weka meş, xwepêşandan, civînên servekirî û çapemeniyê, rûniştin, belavkirina belavokan û çalakiyên weka wan ji bo 8 rojan qedexe hat danîn. Ji bo her tevegerkî divê îzna parêzgehê û hêzên asayîşê bê sitendin.

Qedexe ji 5 ê cotmehê an ku îro heya roja 12 ê cotmehê jî di nav de, dê 8 roj dewam bike.