Parêzgerê Agiriyê: Bandora erdheja Erzeromê li Agiriyê nebûye
PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Köprüköyê siet li dora 15.40 an bi pileya 5.1 erdhej çêbûbû û parêzgerê Erzeromê ragihandibû ku di 2-3 gundan de xanî xera bûne û 2 kes bi saxî ji bin enqazan derxistine.
Piştî erdhejê AFAD ê ragihandibû ku bûyerekî neyînî tineye û di pey de parêzgerê bajarê Agiriyê Dr. Osman Varol ragihand ku li bajarê Agiriyê bûyerekî neyînî neqewimiye. Bajarên Erzerom û Agiriyê cîranên hevin.
Li ser erdhejêwezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihandibû ku wezaret 5 ambûlansan, 3 tîmên UMKE yê,17 xebatkarên tenduristiyê xistiye xizmeta herêma erdhejê.
Piştî erdhejê rêya ku Xinûsê û Köprüköyê bi hev ve girêdide hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin