Parêzgerê Meletiyê li ser erdheja bi 4.7 ê axifî

13 November 2021 00:51 0 dîtin
Parêzgerê Meletiyê li ser erdheja bi 4.7 ê axifî

PeyamaKurd – Parêzgerê Meletiyê Aydın Baruş, li ser erdheja bi dereca 4.7 ku çêbû û navenda wê navça Meletiyê, Puturge bû weha got:

“Niha birîndarî, mirin û di avahiyan de xesara mezin tineye. Me li navçê lêkolînan kir. Li dora nîvro erdheja Puturge çêbû. Berê erdheja sala 2020 ê lê çêbûbû. Lewra ji aliyê me de mijarekî xesase. Em çûn taxan û em bi muxtaran re axifîn. Me berê avahiyên bi xesar valakiribû. Xerakirina wan dewam dike. Ji bo hemwelatiyan xebatên TOKİ yê dewam dike. Me derfetê dît ku em avahiyên ji bo mexdûrên erdhejê çêdikin bibînin.”