Daxuyaniya Naci Gorur li ser erdheja Meletiyê!
PeyamaKurd – Zanyarê Erdê Prof. Dr. Naci Gorur, di derbarê erdhejên li ser sînorê Meletî - Semsûrê pêk hatin de daxuyanî da.
Gorur destnîşan kir, ev erdhej dikare bê gotin ku pişterdhejên erdheja 6ê Sibatê ne.
Li ser sînorê Meletî-Semsûrê bi lerza 5,3an erdhejek pêk hat. Navenda erdheja bi lerza 4,7an a ku piştî 3 deqîqeyan pêk hat Meletî bû.
Gorur got, "Em dikarin van erdhejan wek paşhejên erdhejên 6ê Sibatê qebûl bikin."
Prof. Dr. Gorur di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin:
"Hevalno, îro li Meletî û Semsûrê di navberên kin de 2 erdhej çêbûn. Ya yekem 5,3, ya duyemîn 4,5 bû. Bi texmîna min yek pişterdheja ya din e. Herdu erdhej nêzî hev in, yek li Semsûrê ye û ya din jî li ser sînorê Meletiyê ye (Geçitli û Uluköy) lê di esasê xwe de maneya herduyan yek e. Ez di wê baweriyê de me ku ew cihên ku AFADê wek Battalgazi daye ne rast in, em dikarin van erdhejan wek pişterdhejên 6ê Sibatê bibînin. Bi hezkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin