Ji Naci Gorur daxuyaniya erdheja Çewlikê ya bi hêza 4.5an

07 April 2023 18:40 0 dîtin
Ji Naci Gorur daxuyaniya erdheja Çewlikê ya bi hêza 4.5an

PeyamaKurd – Erdhejnasê Tirk Prof. Dr. Nacîr Gorur derbarê erdhejda îro 7ê Nîsanê ya bi hêza pileya 4.5 de ku navenda wê bajarê Çewlikê yê Bakurê Kurdistanê bû de, li ser medya civakî daxuyanî da.

Nacîr Gorur got: “Li Çewlikê devera Su Dugunu erdhejeke bi pileya 4.5 çêbû. Ev herêmeke ku berê pêşbîniya wê hatiye kirin û piştî erdhejên li herêmê hesastir bûye. Bi hezkirin.”

Gorur piştî erdhejên 6ê Sibatê jî hişyarî dabû û gotibû, ew li bendê ne di navbera Erzingan, Çewlik-Karliova de bi pileya 7.4 erdhej çêbibe ku herî dawî di sala 1790î de li herêmê erdhejeke bi wê tundiyê rû dabû.