Daxuyaniya Naci Gorur li ser erdheja Boluyê!

06 January 2024 16:01 0 dîtin
Daxuyaniya Naci Gorur li ser erdheja Boluyê!

PeyamaKurd – Prof. Dr. Naci Gorur derbarê erdheja Boluyê de wiha got: “Li bakurê Boluyê şikestinên piçûk hene. Divê yek ji wan were şikandin".

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîniyê (AFAD) hat dayîn, di saet 01.03an da li navenda Boluyê bi lerza 4,2an erdhejek pêk hat.

Hat diyarkirin ku erdhej 7,31 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Endamê damezrîner ê Akademiya Zanistê û zanyarê karesatê Prof. Dr. Naci Gorur di daxuyaniya xwe ya derbarê erdheja li ser medyaya civakî de wiha got:

“Li Bolu-Mesciçele bi lerza 4,2 erdhejek pêk hat. Li bakurê Boluyê fayên piçûk hene. Divê yek ji wan bê şikandin. Bi hezkirin.”