Li Meletiyê erdheja tirsnak: Li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin

16 October 2024 11:07 0 dîtin
Li Meletiyê erdheja tirsnak: Li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin

PeyamaKurd – Li navçeya Kalê ya Meletiyê di saet 10.46an de bi lerza 5,9an erdhejek pêk hat.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) hat dayîn, di saet 10.46an da erdhejeke bi lerza 5,9an pêk hat ku navenda wê navçeya Kalê ya Meletiyê ye.

Hat diyarkirin ku erdhej 10,07 kîlometro di bin erdê de pêk hatiye.