Alî Yerlîkaya xisarên erdheja Meletiyê ragihand: 1112 îxbar hatin, 43 kes jî li nexwesyan e

16 October 2024 17:37 0 dîtin
Alî Yerlîkaya xisarên erdheja Meletiyê ragihand: 1112 îxbar hatin, 43 kes jî li nexwesyan e

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, li Navenda Kordînasyonê ya Karesatê ya Meletiyê, ziyan û xisarên erdheja li demjimêr 10:46’an bi tundiye 5,9 rû dabû, daxuyanî dan.

Yerlîkaya got ku hezar û 112 îxbar ku 963yê wan ji bo agahdariyê û 149 jî ji bo gihandina alîkariyê hatine tomarkirin.

Wezîr Naxwe diyar kir ku li Meletiyê 33, li Elezîzê 31 bi tevahî 187 kes ji erdhejê bandor dîtine û 43 welatî jî li nexweşxaneyan di bin çavdêriyê de ne.

Herwiha Yerlîkaya da zanîn ku ti rêyên girtî û qutbûna elektrîk û avê li herêmên erdhejê tune ye.

Alî Yerlîkaya got ku bi tevahî li Meletî û Xarpêtê 10 xisarên avahiyan hatine tespîtkirin.