Li Semsûrê erdheja tirsnak

06 June 2024 14:48 0 dîtin
Li Semsûrê erdheja tirsnak

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li navçeya Çêlkan a Semsûrê bi lerza 4,2an erdhejek pêk hatiye.

Agahiyên di derbarê erdhejê de li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte ya Lezgîn (AFAD) hate belavkirin.

Li gor agahiyên ku ji aliyê AFADê ve hatin parvekirin, li navçeya Çêlkan a Semsûrê, di demjimêr 13.47an de bi lerza 4,2an erdhejek pêk hat.

Hat diyarkirin ku erdheja ku di kûrahiya 11,24 kîlometreyan de pêk hatiye ji aliyê gelê herêmê ve jî hatiye hestkirin û bûye sedema metirsiya erdhejeke din a mezin.