Parêzgerê New Yorkê Cuomo: “Ez îstîfa nakim”
PeyamaKurd – Meclisa Eyaleta New Yorkê bi sedema ku di derbarê wî de ji aliyê 6 jinan de gilî hatiye kirin ku parêzger Andrew Cuomo destdirajiya wan kiriye, îznê da ku lêpirsîna di derbarê wî de bêkirin. Her weha endamên partiya demokratan yên Senatoya Amerîkayê jî bo îstîfa parêzger bangê kirin.
Li ser van mijaran parêzgerê New Yorkê Anrew Cuomo, bersiva banga xwestekên îstîfa xwe de, rexne li endamên kongreya Amerîkayê kir. Parêzger Cuomo weha got:
“Ez ne perçeyekî kûlûbeka siyasî me û bi vêya ez serbilindim. 11 sale vî karê dikim. Niha gelek karê min heye ku ez bikim. Budçeya eyaletê heye. Xebata dewamkirina derziyên Kovid-19 ê hene. Niha bo eyaletê wexta herî krîtîke. Mirovên vê dewletê 40 sale min nasdikin. Rawestin da rastî derên holê. Divê xelkê New Yorkê encama lêpirsînê bibînin da bibin xwediyê fikrekî. Di derbarê min de du lêpirsîn hene. Bo lêpirsîn baş derbas bibe, ez ê bibim alîkar û niha tenê karê xwe bikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin