Parlamena Kurdistanê ji bo xwisk û birayên Rojava kampanyaya alîkariyê ragihand
PeyamaKurd - Parlamentoya Kurdistanê ji bo komkirina alîkariyan ji koçberên Rojavayê Kurdistanê re kampanyayeke bi beşdariya hemû parlamenter û fermanberên Kurdistanê da destpêkirin.
Cigirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî îro di civîneke rojnamevanî de got, “Em îro bi amadebûna beşek ji serokên fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê ve, li serokatiya parlamentoyê ve radigihînin, îro em ji bo bicihanîna xala heştem a 12 erkên parlamentoyê ku roja 15.10.2019ê bi dengên hemû parlamenterên Kurdistanê ve hate pejirandin, ku Parlamentoya Kurdistanê helmeteke niştimanî ji bo komkirina alîkariyê ji xwîşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşa nexwaş û êrîşên leşkerî yên li navçeya wan pêk hatiye û ji ber wê neçar mane berê xwe dane herêma Kurdistanê didin destpêkirin.’’
Hemin Hewramî da zanîn ku wek desteya serokatiya parlamentoyê ew spasiya destpêşxeriya parlamenteran dikin û hemû fraksiyonan dikin û got, “Wek erkekî parlamenteran ê mirovî û niştimanî ev helmet li nav salona parlamentoya Kurdistanê hat ragihandin.”
Hewramî di berdewamê deda zanîn, ‘’Di vê helmetê de hemû parlamenter û fermanberên Kurdistanê beşdarin ji bo komkirina alîkarî û piştevaniya madî bo hemû koçberên ku niha li herêma Kurdistanê ne bi giştî û bi taybet jî xwîşk û birayên koçber û penaber ên Rojavayê Kurdistanê ve hatine.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin