Parlamentarê berê yê HDPê bersiva xistina lîsta terorê da...

09 February 2019 13:58 0 dîtin
Parlamentarê berê yê HDPê bersiva xistina lîsta terorê da...

PeyamaKurd - Parlamentarê HDPê yê Mûşê yê berê Demîr Çelîk, ket lîsta terorê û milyonek lîre xelat bo serê wî hat danîn.

Beriya niha bi hinceta doza KCKê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Demîr Çelîk hatibû birîn û Çelîk jî derketibû derveyî welat.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê navê Demir Çelik xist nav lîsteya terorê ya ‘Lîsta Kesk’ û ji bo serê wî jî mîlyonek xelat hat danîn.

Demir Çelik ku niha berdevkiya HDPê ya li Ewropayê dike li dijî biryara Tirkiyê derket û da xuyakirin, têkoşîna wan a rizgarkirina gelên Tirkiyê ne teror e, berevajî wê têkoşîna demokrasiyê ye û got, "Biryara ku hikûmeta AKPê ji bo me wergirtiye tawaneke mirovî ye."

Parlamentarê berê yê Şirnexê yê HDPê Hasîp Kaplan jî li dijî wê biryarê li ser twitterê got, “Ji bo parlamentarê me xelata mîlyonek lîre ya lêgerînê danîne, bila vê baş bizanin, ew di koma me ya meclîsê de parlamentarê herî jêhatî bû. We çima xelat nedanî ser şirîkên derbekar ên xwe yên deh salan ku hûn baskê wê yê siyasî ne?”