Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM) hêjmara koçberên Sûriyê yên dageriyane ragihand

18 December 2024 21:36 0 dîtin
Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM) hêjmara koçberên Sûriyê yên dageriyane ragihand

PeyamaKurd -  Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM) ya bi ser Neteweyên Yekgirtî, hêjmara koçberên Sûriyê yên dageriyane welatê xwe ragihand.

Li gor IOMê, piştî roxandina rejîma Sûriyê heya niha 250 hezar kes dageriyane malên xwe û ji van kesan 100 hezar ji derveyê wekat çûne malên xwe.

Ji sala 2011an heya niha ji 6 milyon Sûriyeyî zêdetir terka welatê xwe kirine û 5,5 milyon kes jî di nav welatê xwe de terka warên xwe kirine. Di daxwuyaniya IOM de hat gotin:

“Li Sûriyê 17 milyon kes myhtacê alîkariyê ne. %90ê nûfûsa Sûriyê di bin sînorê feqîriyê de dijîn. Êdî xelkê ku ji ber şer reviyabû, dadigerin malên xwe û yên mayî eger şertên wan dest bidin difikirin ku dagerin.”

Şertên dagera Sûriyetiyan heye an tine tê minaqeşekirin. Ji ber şer, her der wêrane bûye û xanî li ser xanî nemane. Ji bo xelk karibe dagere welatê xwe, rêvebirê giştî yê IOMê Amy Pope dibêje:

“Ji bo temînkirina pêdiviyên mirovî, divê başkirin hebe û ji bo xelk bigihê îstîqrara xwe, wê desteka jiyanê bidin. Piştî 14 salên şer derfete. Her çendîn zahmetî hene jî, civaka navdewletî ji bo Sûriyeyî jiyana xwe birêbixin û dahatûya wan baş bibe, wê destekê bide wan.

Welatên ku wê destekê bidin Sûriye, agahiyê dane hevkar û mîsyonên dîplomatîk ku tîmên IOMê li Şamê bicîh bibin.”

Rêvebirê Komseriya Bilind ya Koçberan ya NY Rema Jamous Imseis, ragihandibû ku heya Hezîrana 2025an bende ne ku 1 milyon kes dagere Sûriyê.