Parêzgariya Ruhayê rekeftinek bi Rêxistina Koçê ya Navdewletî re îmze kir
PeyamaKurd – Parêzgariya Ruhayê rekeftinek ji bo piştgirîkirina koçberên Sûrî yên li parêzgehê, bi Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM) re îmze kir.
Parêzgariya Ruhayê bi daxuyaniyekê da zanîn, bi Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM) re bi armanca piştgirîkirina koçberên Sûrî rêkeftinek hatiye îmzekirin. Rêkeftin ji aliyê Parêzgarê Ruhayê Abdullah Erin û Nûnerê IOMê Jinan Omar ve hat îmzekirin.
Li gor rêkeftinê, ji bo pêşketina Sûriyan di warê aborî û geşedana mirovî, handana şiyana rêveberiya kesayetî, kêmkirina hejarî, piştgiriya teknîkî, hewîn û seqamgiriya komelayetî de dê bername û proje bêne meşandrin.
Ji bo ev xebatên ji aliyê IOMê ve bêne meşandin dê Parêzgariya Ruhayê ji aliyê hemahengiyê ve piştgiriyê bide û rêvebirina kar û xebatên IOMê hêsantir bike.
Parêzgarê Ruhayê Abdullah Erin li ser rêkeftina li gel IMO de destnîşan kir: “Em bi wan saziyên xwecihî û navdewletî ku bi nêteke baş tevdigerin di nav hevkarî û hemahengiyê de ne. Armanca me ji rêkeftinê ew e, hejmara Sûriyên alîkariyê werdigrin zêde bikin. Li Rihayê 425 hezar Sûrî hene. Em ê di alîkariya van mirovên 10 salin li bajarê me ne berdewam bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin