Parlamenterên HEDEPê Plansaziya Butçeya Perwerdehiyê ya Tirkiyê protesto kirin
PeyamaKurd - Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) beşdarî hevdîtinên Plansaziya Butçeya Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê (MEB) bûn û ji ber ku ji bo perwerehiya Kurdî û zimanên din yên li Tirkiyê butçe nehatiye terxan kirin bi vekirina dovîzan butçeyê protesto kirin.
"Pêşniyara Rêvebirina Navendî ya Qanûna Butçeya 2024an" bi imzeya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, ji bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hat şiyandin û ew pêşniyar di Komisyona Plansazî û Butçeyê ya Parlamentoyê de îro hat nirxandin.
Parlamenterên HEDEPê bi pankart û dovîzên 'Bi zimanê zikmakî perwerdehî maf e' beşdarî hevdîtinan bûn û ji ber ku ji bo Kurdî û zimanên din yên zikmakî hîç butçe nehatiye diyar kirin plansaziya butçeyê prostesto kirin.
Li Tirkiyê tenê bi zimanê Tirkî perwerdehiya fermî tê kirin û Kurdî û mafê Kurdî û zimanên din tenê wek dersên bijarde ji sala 2011'an de cîh digirin.
Saziyên sivîl û partiyên siyasî yên Kurd, daxwaz dikin ku zimanê Kurdî jî wek zimanê fermî bê naskirin û bibe zimanê perwerdehiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin