Parlamenterên Îsraîlê projeyasa ‘Komkujiya Ermenan’ pêskesî Knessetê kir
PeyamaKurd – Hejmarek parlamenterên Îsraîlê ji bo jenosîd nasandina ‘Komkujiya Ermenan’ ya ji aliyê Osmaniyan ve hatiye encamdan û wekî nasandina fermî ya 24ê Nîsanê bo bîranîna komkujiyê projeyasayek pêşkeşî parlamena Îsraîlê Knessetê kirin.
Li gorî nûçeya Jerusalem Postê projeyasaya komkujiya ermenan ji aliyê parlementerên partiya Lîkudê Yuli Edelstein, Israel Katz û Yoav Kish û digel wan jî bi piştevaniya parlementerên Shasê Ya'acov Margi, Haim Biton û Moshe Arbel hatiye pêşkeşkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, li Îsraîlê salên borî jî hewldanên bo jenosîdnasandina komkujiya ermenan hatibûn kirin ku sala 2018an jî projeyasayek bo parlemenê hatibû pêşkeşkirin, lê wê demê nehatibû pejirandin.
Dîsa sala 2019an jî siyasetmedarên îsraîlî Yair Lapid û Gideon Sa'ar û çend kesayetên din ji Knessetê piştevaniya xwe bo jenosîdnasandina komkujiya ermenan eşkere kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin