Parlamentoya Ewropayê banga damezrandina hevpeymaniya berevaniyê kir
PeyamaKurd – Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola, ji bo piştevanîkirina misyonên NATO yên li welatan, banga damezrandina hevpeymaniyeke berevaniyê kir.
Roberta Metsola, li paytexta Moldova Kişinevê di civîneke rojnamevanî de got, ji bo alîkariya welatên biçûk yên wekî Moldovayê pêwîste hevpeymaniyeke berevaniyê ya erkên NATOyê temam bike were pêkanîn.
Metsola diyar kir ku divê bingeha xwe ya ewlekariyê bihêz bikin û Parlamentoya Ewropayê jî di vî warî de, helwesteke zelal nîşan daye ku pêwîste ji bo alîkariya welatên wekî Moldovayê biçûk hevpeymaniyeke berevaniyê ya NATOyê temam bike were damezrandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin