Parlamentoya Iraqê her cûre pêwendiyên ligel Îsraîlê qedexe kir
PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê, di civîna xwe ya îro 26ê Gulana 2022yan de, projeyasaya qedexekirina her cûre pêwendiyên ligel Îsraîlê pesend kir û pêwendiyên bi Îsraîlê re wekî tawan pênase kir.
Di civîna Parlamentoya Iraqê ya bi serokatiya Mihemed Helbûsî û beşdariya 275 parlamenteran de, projeyasaya qedexekirina pêwendiyên ligel Îsraîlê hat gotûbêjkirin.
Di dengdana parlamentoyê de, projeyasaya "Qedexekirina Asayîkirin û Damezrandina Têkiliyên bi Statuya Siyonîst re" ji bo guhertina "Qanûna Tawanbarkirina Asayîkirina Pêwendiyan bi Statuya Siyonîst re " hat pesendkirin.
Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman a li parlamentoya Iraqê ev projeyasa pêşkêşî serokatiya parlamentoyê kiribû.
Armanca pesendkirina yasayê ew e ku rê li ber kes û aliyên dixwazin têkiliyê bi Îsraîlê re çêbikin bi temamî bê girtin û ceza ji bo wan were diyarkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Iraq yek ji wan dewletan e heta niha jî Îsrîalê bi fermî nas nake û ti pêwendiyek di navbera Bexda û Tel Avîvê de nîne û piraniya hêzên siyasî yên Iraqê jî normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re red dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin