Parlamentoya Kurdistanê: Hikûmeta federal bi tena xwe nikare samanên sirûstî birêve bibe
PeyamaKurd – Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Destûra Iraqê di madeya xwe ya 110 de, bi tu awayî rê nade Hikûmeta Federal ku bi tena xwe samanên sirûştî di nav de petrol û gazê birêve bibe.
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, roja Sêşemê 15ê Sibatê derbarê yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê biryarek da û ew yasa wek nedestûrî bi nav kir. Dadgeha Federal herwiha di biryara xwe de Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pabend kir, ku petrola xwe radestî Hikûmeta Federal û Wezareta Petrola Iraqê bike.
Parlamentoya Kurdistanê da zanîn, biryara wê dadgehê ya hilweşandin û navlêkirina yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê wek nedestûrî ji aliyê Dadgeha Federal ve, “nakok e li gel Destûra Bingehîn a Iraqê û biryareke pêştir a dadgehê bi xwe.”
Di daxuyaniyê de tê eşkerekirin: “Parlamentoya Kurdistanê desthilata yasadanîna Herêmê ye û li gor madeya 117 birgeya yekem a Destûra Dayîmî ya Iraqê hatiye naskirin. Her li gor madeya 121 a Destûrê jî mafê derxistina yasayan heye. Lewra derxistina yasaya jimare 22 a sala 2007 ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve di çarçoveya Destûra Iraqê de ye û di çarçoveya taybetmendiyên destûrî yên Herêma Kurdistanê de ye.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de, Parlamentoya Kurdistanê bi 5 xalan helwêsta xwe li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê eşkere kiriye û ev biryara dadgehê red kiriye. Ev pênc xal wiha ne:
1 - Destûra Iraqê bi madeya xwe ya 110 de, bi ti awayekî rê nade hikûmeta fedral ku bi tena xwe samanên sirûştî di nav de petrol û gaz birêve bibe.
2 - Biryara Ddageha Fedralî li dijî biryareke xwe ya berê ye ya hejmara 8 sala 2012an ku têde tekeziyê li ser beşdarîkrina Herêm û parêzgeh û weberhênerên petrolê di danîna siyaseta staretjî ya petrol û samanên sirûştî dike.
3 - Parlamantoya Kurdistanê desthilata yasadanîna Herêmê ye û li gor madeya 117 birgeya yekem di destûra dayîmî ya Iraqê de dan pê hatiye dan. Ji ber vê yekê derxistina yasaya jimare 22 ya sala 2007 ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve weke ya destûra Iraqê ye û di çarçoveya taybetmendiyên destûrî yên Herêma Kurdistanê de ye.
4 - Madeya 111 ya Destûrê tekezî li wê yekê dike ku hemû gelê Iraqê xwediyê petrol û gazê ye, Herêma Kurdistan jî bi pabendbûn bi vî bingehê di madeya 3 a yasaya hejmar 22 a sala 2007 de tekezî li ser kiriye û bi temamî pabendî wê bûye. Lewra jî bi giştî dahata petrola firotî, bi vî awayê ku di yasaya budçeya federal de hatiye diyarkirin, ji bo Hikûmeta Federal vegerandiye û paşê pişka Herêma Kurdistanê jê hatiye dan.
5 – Parlamentoya Kurdistanê ji sala 2007an ve ku yasaya hejmar 22 a petrol û gazê derxistiye, Hikûmeta Federal ligel encamên wê tevgeriyaye. Ew yek jî di dawîn yasaya budceya Iraqê de heye û di madeya 11 a vê yasayê de tekezî li ser pêwîstiya vê hevahengiyê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin