Parlamentoya Tirkiyeyê heta 1ê Cotmehê kete betlaneyê
PeyamaKurd – Biryara ku Parlamentoya Tirkiyeyê ji 15ê Tîrmehê heta 1ê Cotmehê bikeve betlaneyê di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hate weşandin.
Biryara betlaneyê di rûniştina 14ê Tîrmehê de hatiye dayîn û li gorî biryarê bêhnvedana parlamentoyê betlane roja 15ê Tîrmehê dest pê dike û heta 1ê Cotmehê demjimêr 14:00 dewam dike.
Di çarçoveya biryarê de, dê komîsyonên parlamentoyê xebatên xwe dewam bikin, lê rûniştinên giştî neyên kirin.
Li aliyê din tê çaverêkirin ku dengdana bo pejirandina endamtiya NATO ya Swêdê jî piştî 1ê Cotmehê li parlamentoya Tirkiyeyê bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin