Parlemana Tirkiyê sibe ji bo tezkereya Lîbyayê dicive

01 January 2020 15:15 0 dîtin
Parlemana Tirkiyê sibe ji bo tezkereya Lîbyayê dicive

PeyamaKurd – Parlemana Tirkiyê ji bo hevdîtina tezkereya Serokomariyê ku destûrê dide leşker bo Lîbyayê bêne şandin dicive.

Lîjneya Giştî ya Meclisê (TBMM), li ser daxwaza Serokê Parlemana Tirkiyê Mustafa Şentop sibê (02.02.2020) bi awayekî awarte dicive û teskereya ku destûr dide leşker bo Lîbyayê bêne şandin gotubêj dike.

Lijneya Parlemana Tirkiyê sibe bi serokatiya Mustafa Şentop saet 14.00an de dicive û mijare gotubêjan bi tenê teskereya Lîbyayê ye.Di van hevdîtinan de her partiya ku li parlemanê koma wê heye, bi qasî 20 xuelakan dê biaxivin. 

Piştî gotubêjan wê dengdayîna tezkerereyê pêk were. Li gorî arîtemetîka parlemanê, bi piştigirua MHPê û AKPê ev tezkere dê were pejiarandin.