Parlementera YSP ya Amedê Adalet Kaya birîndar bû

31 July 2023 21:28 0 dîtin
Parlementera YSP ya Amedê Adalet Kaya birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Nisêbînê di encama qezaya çûnûhatê de ku 2 erebe li hev ketin 7 kes birîndar bûn û yek ji wan parlementera YSPyê Adalet kaya ye. Kaya û hevalên xwe diçûn navça Silopiya bi ser Şirnex û di ser hesabê xwe yê medya civakî de di derbarê bûyerê de weha ragihand:

“Me qezayê sivik derbas kir û hemd ji Xwedê re talûka jiyana me tine. Ez nikarim bersiva hemû kesên peyam şandine û dostên ku me meraq dikin ji wan re peyaman bişînim. Ji bo peyamên we ji herkesî re sipas dikim.”