Partiya Malikî li dijî rêkeftina Hewlêr-Bexdayê derket: Rê nedin!
PeyamaKurd - Fraksiyona Dewleta Yasa ya li Parlamentoya Iraqê ku serokwezîrê berê yê Iraqê Nurî Malikî serokatiya wê dike, bi daxûyaniyekê ragihand ku ew li dijî rêkeftina Bexda û Hewlêrê ne û got, ‘Rê nedin ew rêkeftin bi ser bikeve’.
Piştî danûstandinên demdirêj ên şandên Herêma Kurdistanê bi hikûmeta Federalî ya Iraqê re, hatibû ragihandin ku Hewlêr û Bexdayê li ser neft, bûdçeya 2020an û para Herêma Kurdistanê li hev kirine.
Parlamenterê Dewleta Yasa Mensur Bimêcî ya ku Nurî Malikî serokatiyê wê dike, li ser rêkeftina Hikumeta herêma Kurdistanê û Iraqê ya li ser mijara neft û bûdçeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de got, wê fraksiyona Dewleta Yasa rêgiriyê li lihevkirina navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê bike.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Ji ber ku hikumeta niha demkî ye û mafê îmzekirina wê ya ti rêkeftinekê nîne. Bi taybet di dosyayek girîng weke neft û bûdçeya Hikumeta Federalî de.”
Li gorî lihevkirina hatiye ragihandin, wê Hikumeta Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîlên neftê radestî kompanyaya Somo ya Iraqê bike û li beramber wê jî, Bexda wê 11 trilyon dînar di nava salekê de ji Herêma Kurdistanê re bişîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin