Partiya Memleket di tûra duyem ya hilbijartinê de wê bêteref bimîne

25 May 2023 23:43 0 dîtin
Partiya Memleket di tûra duyem ya hilbijartinê de wê bêteref bimîne

PeyamaKurd – Rêvebiriya Partiya Memleketê ya ku serpereştiya wê Muharrem İnce dike, ji bo tewrê xwe di tûra duyem ya serokkomariyê de deyne, civiya û di encamê de biryarê da ku tûra duyem de bêteref bimîne. Li ser mijarê İnce weha got:

“Dema em vekişiyan, em li ku derê bûn, em niha jî li wê derê ne. Em ê ti destekekî aşkera ranegihînin.”

Di mijarê de damezrênerê Partiya Memleketê û hem endamê meclisa partiyê Ömer Özdoğan di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Piştî ew çend bûyeran bila kes zorê nede ser me. Ne hewceye em daxwuyaniyekî bidin. Em li ser soza xwe ne. Em dibêjin ne Cumhur ne jî Millet, tekane rê Memleket e. Ciyê em lê mane em ji wir dewam dikin. Wê dîrok me bixe mêzênê. Ne karê ti kesekiye ku me darizîne. Bila ji memleketê me re bi xêr be.”