Partiyên Herêma Kurdistanê li ser hilbijartinê lihev kirin

09 June 2022 22:54 0 dîtin
Partiyên Herêma Kurdistanê li ser hilbijartinê lihev kirin

PeyamaKurd – Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartina Herêma Kurdistanê di bin serpereştiya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û nûnera Neteweyên Yekgirtî ya Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert de civiyan.

Piştî civînê ragihandina encamê bi nivîskî hat kirin û hat gotin ku terefên di civînê de li ser hilbijartinên parlementoyê, qanûna hilbijartinê, aktîfkirina komisyona Bilind ya Hilbijartinê axifîne.

Di civînê de her weha behsa êrîşa dronî ya di navbera Hewlêr û Pîrmamê de ku duhî hatibû kirin şermezar kirin û ragihandin ku êrîşên weha îstîqrara Iraqê xerab dikin û divê hukumeta federal û ya Herêma Kurdistanê bi hêzên asayîşê ve bêhtir hevkariyê bikin.

Di daxwuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî sipasiya terefên siyasî kiriye û ragihandiye ku divê wek pêdiviya pêvajoya demokratik hilbijartin bên kirin û li ser mijarê lihev kirine. Wê ji niha û pê de, xebatên serokatiya Herêma Kurdistanê di çareserkirina arîşeyên terefan de dewam bike, wê yek sekreteryakî bê avakirin û heya 1 ê temmuza 2022 an raportekî bê amadekirin.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku terefên siyasî sipasiya xwe ji bo serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û nûnera Neteweyên Yekgirtî ji bo Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert re ragihandine.

Di 26 ê meha borî de, di navbera terefên siyasî yên Kurdistanî û Plasschaert de civînekî hatibû kirin.