Partiyên Kurd tifaqa hilbijartinê îro radigihînin
PeyamaKurd - 7 partiyên Kurd û ji bo di bin banê HDPê de li bajarên Bakurê Kurdistanê beşdarî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an ku li Tirkiyê encam didin dibin. tifaqa hilbijartinê kirin.
Hat ragihandin ku îro 7ê Çile li Diyarbekirê bi beşdariya hevserokên HDPê partiyên ku beşdarî tifaqê bûne, deklerasyonekê eşkere dikin.
Di daxuyaniya wan partiyan de hat gotin, “7 partiyên kurd tifaq li dar xistin û di bin banê HDP'ê de dikevin hilbijartinê. Îro di saet 11:00'an de partiyên kurd dê deklerasyona xwe eşkere bikin. Em hêvîdar in ku ev gava dîrokî mayînde be û bibe bingeha yekîtiya neteweyî.”
Partiyên ku beşdarî tifaqê bûne ev in:
Hereketa Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Demokratîk a Şoreşgerî ya Kurd (DDKD), Partiya Mirov û Azadiyan, Partiya Komunîsta Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK) û Partiya Demokrata Kurdistan - Tirkiye (PDK-T).

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin