Partiyên Kurdistanî û HDPê tifaqa hilbijartinê ragihandin
PeyamaKurd - Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an, tifaqa hilbijartinê ragihandin.
Di tifaqa hilbijartinê de partî û rêxistinên wekî; Hereketa Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Demokratîk a Şoreşgerî ya Kurd (DDKD), Partiya Mirov û Azadiyan, Partiya Komunîsta Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK) û Partiya Demokrata Kurdistan - Tirkiye (PDK-T) beşdariyê dikin.
Wan partî û rêxistinên Kurdistanî biryar dan ku li bajarên Bakurê Kurdistanê di bin banê HDPê de bikevin hilbijartinên herêmî.
Hevpeymaniya bo hilbijartinên herêmî ku ji 7 partî û rêxistinên sivîl pêk tê, îro li Amedê bi beşdariya nûner û serokên wan partî û rêxistinan hat eşkerekirin.
Daxuyaniya Kurdî ya hevpeymaniya hilbijartinên herêmî ji aliyê Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK) Sertaç Bucak ve hat xwendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin