Buldan Di rojeva HDPê de tifaqa hilbijartinê nîne
PeyamaKurd – Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di gotara xwe ya îro 13ê Nîsanê ya koma partiya xwe ya parlamena Tirkiyê de ragihand, “Di rojeva HDPê de ji bo niha tifaqa hilbijartinê nîne.”
Buldan dîsa behsa ‘Rêya sêyemîn’ kir û diyar kir, “Yên HDPê baş nas nakin û naxwazin nas bikin, gotina me ya ‘rêya sêyemîn’ wekî tifaqa hilbijartinê fêm dikin. Ji bo niha di rojeva HDPê de tifaqa bo hilbijartinê nîne.”
Buldan herwiha di axaftina xwe de, li ser mijarên dadwerî, aborî û civakî de rexne li deshilatdariya AKPê girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin