AKP û MHP li 13 bajarên Bakurê Kurdistanê tifaqa hilbijartinê dikin
PeyamaKurd – Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û Partiya Tevgera Neteweperest a Tirk (MHP) di çarçoveya Hevpeymaniya Cumhur de, bajarên ku wê tifaqa hilbijartina şaredariyan bikin, eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê li gelek bajaran herdu partî piştgiriya namzedên hev dikin û li hin bajarên Tirkiyê jî bi namzedên xwe dikevin hilbijartinan.
Hate ragihandin ku wê li bajarên tifaq hatiye kirin, MHP û AKP piştevaniya namzedên hevdu bikin.
Bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî; Erzingan, Semsûr, Agirî, Erdexan, Batman, Çewlig, Bedlîs, Colemêrg, Îdir, Mûş, Sêrt, Şirnex û Dêrsim jî di nav bajarên tifaqa MHP û AKPê li ser haiye kirin de ne.
Wê AK Partî û MHP herwiha li 22 bajaran jî bêyî tifaqê, tenê bi namzedên xwe bikevin hilbijartinan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin