Partiyên Kurdî ji bo sehîdên Rojhilatê li Amedê sîn danîn!
PeyamaKurd- Partiyên Kurdî yên Bakur; Heraketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Partiya Demokrat a Kurdsitanê-Tirkiye (PDK-T) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li Amedê ji bo şehîdên Rojhilatê Kurdistanê şîn danîn.
Partiyên Kurdistanî yên Bakur di daxuyaniya xwe de wiha gotin:
Ji bo şehîdên PDK-Î û HDKê yên di êrîşa Dewleta Îranê ya li ser baregehên li Koy û Sancaqê yên her du partiyan de şehîd ketin û ji bo 3 ciwanên Kurd yên ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin darvekirin, em wekî partiyên Kurdistanî şînê datînin. Em banga xwe li gelê xwe dikin ku beşdarî vê şînê bibin.”
Cihê jînê jî wiha ye: Teşkîlata Amedê ya PDK-Tyê (Adres: Tesisler Durağı, umut 2. Sitesi A Blok 3. Kat, no:5.) seet: 10:00-16:00

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin