Pasdarên Îranê kolberekî Kurd bi giranî birîndar kirin
PeyamaKurd – Pasdarên Îranê, li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî komek kolberên Kurd kirim û encamê de kolberek birîndar bû.
Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, do li deverên sînorî yên bajarê Serdeştê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan û di encama wê êrişê de, kolberekî Kurd bi navê Saman Resûlzade bi giranî birîndar bû.
Herwiha agahî didin zanîn ew kolberê han xelkê Serdeştê ye û niha li nexweşxaneya Serdeştê tê dermankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin