Pasdarên Îranê li sînorê Ûrmiyê kolberekî Kurd bi giranî birîndar kirin
PeyamaKurd – Pasdarên Îranê, kolberekî Kurd li bajarê Ûrmiyê bi guleyan birîndar kirin.
Li gor Malpera Mafên Mirova ya Hengawê diyar kir, do danê êvarê pasdarên Îranê li devera sînorî ya bajarê Ûrmiyê komek kolber dan ber guleyan û di wê êrişê de kolberekî Kurd bi navê Ayhan Xidirî (22 salî) gundê Kuran yê Ûrmiyê bi giranî birîndar bû.
Kolberê Kurd Ayhan Xidirî yê ji serê xwe birîndar bûye, li nexweşxaneyek Ûrmiyê tê dermankirin.
Herwiha agahî destnîşan dikin, rewşa kolberê Kurd ê birîndar û bavê du zarokan e, xerab e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin