Pasdarên rejîma Îranê kolberê ku desteser kirin bi awayekî hovane kustin
PeyamaKurd – Pasdarên rejîma Îranê li Çaldiranê êrîşî kolberên Kurd kir û kolberekî ji aliyê hêzên Îranê ve hat desteserkirin jî bi awayekî hovane hat kuştin.
Kolbernewsê ragihandiye ku doh 5ê Mijdarê êvarê hêzên pasdarên rejîma Îranê li Herêma Çaldiran a parêzgeha Urmiyeyê êrîşî komek kolber kir û kolberê bi navê Hesen Delayî Mîlan (38) ê xelkê gundê Qaşqablax hatiye desteserkirin û piştre jî bi awayekî hovane hatiye kuştin.
Hîn cenazeyê Hesen Delayî ku 5 gule li ser bedena wî diyar bûne bo malbatê nehatiye radestkirin.
Li aliyê din 4ê Mijdarê jî, li herêma Nesud a parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî bi navê Sîna Kerem, di êrîşa pasdaran de bi giranî birîndar bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin