Pasdarên rejîma Îranê kolberê ciwan Sîna Resûlzade kustin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku hêzên sînor ên rejîma Îranê li Çiyayê Baneyê yê Rojhelatê Kurdistanê kolberê xelkê bajarê Serdeştê yê bi navê Sîna Resûlzade gulebaran kiriye û di encamê de kolberê Kurd jiyana xwe ji dest daye.
Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhelatê Kurdistanê (Hengaw) ragihand ku pasdarên rejîma Îranê, êvara Sêşemê, li ser sînorê Sertezênê yê Baneyê gule li komeke kolberan reşandine.
Hengawê ragihand ku di encama gulebaranê de kolberê bi navê Sîna Resûlzade yê 19 salî ji ber gulebaranê canê xwe ji dest daye.
Hate ragihandin ku tîmên tenduristiyê meytê Sîna Resûlzade birine Nexweşxaneya Selahedînê Eyûbî ya bajarê Baneyê.
Sîna Resûlzade ji gundê Nelasê yê Serdeştê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin