Pasinyan peyama pîrozbahiya Newrozê ji bo Yekîtiya Kurdên Ermenistanê sand

22 March 2022 01:56 0 dîtin
Pasinyan peyama pîrozbahiya Newrozê ji bo Yekîtiya Kurdên Ermenistanê sand

PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan bi sedema sersala Kurdan ya Newrozê ji bo nûnerên civaka Kurd yên Ermenistanê peyamekî pîrozbahiyê şand. Paşinyan di peyama xwe de weha got:

“Ez bi germî cejna Newrozê ya nûnerên civaka Kurd ya ji dil û can pîroz dikim. Şiyarbûna baharê Newroz, bila ji bo Kurdên Ermenistanê bibe sedema kêfxweşî û serkeftinê. Bila tiştên nexweş di rabirdûyê de bimînin serkeftin di karê we de, bibe rêhevalê we.

Bila sala nû ji bo Kurdên li Ermenistanê dijîn re bibe sala xêr û bereketê. Ermenistan, ji bo nûneren civaka Kurd yên Ermenistanê û malbatên wan kêfxweşî, hevkarî dixawaze. Ji malbata bira ya civaka Ermenistanê ji bo civaka Kurdan biratî, kêfxweşî û pêşdeçûnê dixwaze.

Newroza we pîroz be.”