Pasînyan pistî hilbijartinên pêswext ji nû ve bû serokwezîrê Ermenistanê
PeyamaKurd – Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan, biryarnameya erkdarkirina avakirina hikûmeta nû û serokwezîrtiya Nîkol Paşînyan îmze kir.
Partiya Nîkol Paşînyan di hilbijartinên 20ê Hêzîranê yên pêşwext de careke din piraniya parlamenterên parlamentoya Ermenistanê bi dest xistibû.
Serokomariya Ermenistanê îro 2yê Tebaxê ragihand ku Serokomar Sarkisyan biryarnameya serokwezîrtiyê ya Nîkol Paşînyan îmze kiriye û Paşînyan ji nû ve bûye serokê hikûmetê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî îmzekirina biryarnameyê divê Paşînyan li gorî yasayê di nav 15 rojan de hikûmeta nû ava bike.
Partiya Peymana Civakî ya Paşînyan di hilbijartinên pêşwext de ji sedî 53 zêdetir deng wergirtibûn û bûbû partiya yekem.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin