Ermenistan | Serkeftina Nikol Pasînyan a hilbijartinên pêswext hat ragihandin

21 June 2021 14:23 0 dîtin
Ermenistan | Serkeftina Nikol Pasînyan a hilbijartinên pêswext hat ragihandin

PeyamaKurd – Di hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Ermenistanê de, Partiya Girêbesta Sivîl ku serokwezîr Nîkol Paşînyan serokatiya wê dike, bi ser ket.

Komîsyona Hilbijartinan a Ermenistanê derbarê encamên hilbijartinên ku doh 20ê Hezîranê roja Yekşemê hatin kirin de ragihand, Partiya Girêbesta Sivîl ji %53.9ê dengan bidest xistiye û Hevpeymaniya Ermenistanê ya bi serokatiya Robert Koçeryan jî ji %21ê dengan wergirt.

Berî ragihandina encamên hilbijartinê bi fermî, Nîkol Paşînyan xwe wek serkeftiyê hilbijartinan ragihand û ji alîgirên xwe kir li meydana Êrîvana paytext kom bibin û serkeftinê pîroz bikin.

Paşînyan got, “Wekî dihat pêşbînîkirin, Ermen di vê hilbijartinê de bi ser ketin. Dixwazim spasiya hemû Ermenan bikim û careke din bejna xwe li ber we beçemînin. Me demên zehmet derbas kirin, niha dema pêşketinê ye.”

Nîkol Paşînyan got ku gelê Ermenistanê careke din bi dengên xwe desthilat daye Partiya Girêbesta Sivîl ku rêberiya welat bike û desthilat jî dane min ku wek serokwezîr berdewam bim.