Hilbijartinên Misirê bi dawî bû: Pêsbînî serkeftina Sîsî ye
Peyama Kurd - Tê çaverêkirin ku di hilbijartinên serokatiyê yên Misirê ku duh bi dawî bûn, Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî careke din bi ser bikeve.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Misirê (MENA), dengdana li tevahiya welêt li 11 hezar û 631 komîsyonên hilbijartinê li gorî saeta herêmî di 21.00an bi dawî bû.
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Netewî ya Misrê Hazim Bedevî duh bi daxuyaniyekê ragihand ku pêvajoya dengdanê bi aramî berdewam e.
Ji ber beşdarbûna zêde ya hilbijartinên sê rojan, li hinek bajar û navçeyên Misirê ji bo dengdêran maweyên zêde hatin dayîn. Piştî ku sandoq hatin girtin, jimartina dengan dest pê kir.
Hilbijartinên navborî bi amadebûna 15 hezar dadwer û gelek rêxistinên xwecihî û 220 çavdêrên 14 rêxistinên navneteweyî hatin kirin.
Di hilbijartinan de ji bilî Serokomarê niha Ebdulfetah Sîsî, Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Misrê Ferîd Zahran, Serokê Partiya Wefd Abdussened Yemenî û Serokê Partiya Gel a Komarî Hazim Omer hevrikiyê dikin.
Hilbijartina Ebdulfetah Sîsî ji bo serokatiya Misirê teqez tê dîtin. Sîsî di her du hilbijartinên dawî de ji sedî 96ê dengan standibû.
Li Misirê ku hejmara hilbijêrên tomarkirî ji 67 milyonî derbas dibe, tê payîn ku encamên hilbijartinê di 18ê Kanûnê de bên eşkerekirin û di Rojnameya Fermî de bên weşandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin