Çalakvan îstîfa serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pasinyan xwestin
PeyamaKurd – Li Ermenistanê li payîtext Yerivanê xwepêşandêr îstîfa serokwezîr Nikol Paşinyan xwestin û di navbera wan û polîs de li ber derê meclisê gengeşe derket. Protestoyên li hemberê Paşinyan dewam dikin.
Çalakvan bi sedema ku di operasyonên artêşa Azerbeycanê ya ser Qarabaxê de, Paşinyan destekê nedaye çalakvanên Qarabaxê, li hemberê Paşinyan ketine nav çalakiyan.
Kolanên ku diçin meclisa Ermenistanê tev ji bo trafîkê hatin girtin, hinek çalakvan xwestin bikevin nav meclisê lê polîs îznê neda wan û hinek çalakvanan xistin binçav. Serpereştiya çalakvanan serokê muxalefetê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin