Serokwezîrê Bûlgaristanê Nikolay Denkov îstîfa xwe da parlementoyê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Bûlgaristanê Nikolay Denkov ragihand ku îstîfa xwe ji bo parlementoyê pêşkêş kiriye. Denkov ji bo sedema îstîfa xwe got ku ew sozekî daye partiya GERBê û di encama wê sozê de îstîfa xwe daye. Lê wê hukumet wezîfa xwe dewam bike.
Denkov, di daxwuyaniya xwe de got ku soz dabû partiya hevkarê xwe GERBê û îstîfa xwe weke ‘daweta ji bo muzakereyan’ bi nav kir û got:
“Îstîfa min ne leystikekî diyasiye lê encama soza min ya ku min berê dabû ye. Heya hukumetekî nû ava bibe em ê wezîfa xwe dewam bikin. Eger Mariya Gabriel bibe serokwezîra, ez bende me ku bibin cîgirê serokwezîr.”
Li gor peymana hevkariya navbera partiya GERB û PP-DByê, li gor li hevkirina wan; 9 mehê Denkov di 6ê Adarê de diqede. Denkov, wê ciyê xwe bide wezîra karên derve ya Bûlgaristanê Mariya Gabrielê.
Ji bo îstîfa Denkov pêwiste parlemento îstîfa wî qebûl bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin