Serokwezîrê Îngîltere Sunak ji serokatiya partiya xwe ya Muhafazakar îstîfa kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngiltere Rishi Sunak piştî hilbijartina giştî wenda kir, ji serokatiya partiya Muhafazakar îstîfa kir. Di hilbijartina do hat kirin, Partiya Karkeran ya Îngîltere bi dengên zêde hilbijartinê qezenc kiribû û serokwezîr Rishi Sunak di kolana 10 Downing Streetê, li ber baregeha serokwezîrtiyê daxwuyanî da. Sunak got:
“Ewilî ez dibêjim ku ez xemgînim. Çi ji destê min hat min kir. Lê we peyamekî da ku divê hukumeta Qraliyeta Yekgirtî biguhire. Ya girîng biryara we ye. Min hêrsa we û xeyalên we yên şikestî dît. Ez berpirsiyariya wendakirina hilbijartinê qebûl dikim.”
Sunak ragihand ku wê xelefê xwe destnîşan bike û niha Îngîltere li gor 20 meh berê bi ewletir û xwurttire û weha dewam kir:
“Raqîbê min Keir Starmer wê di demekî kurt de bibe serokwezîrê me. Serkeftina wî wê bibe serkeftina me. Jê re û ji malbata wî re serkeftinê dixwazim. Em li ser hinek tiştan li hev nakin lê ez jê re rêz digrim, duriste û ji bo xelkê xebatê dike.”
Partiya Karkeran ya Îngîltere di Kamara Awam de 412 kursiyan û partiya Rishi 121 kursiyan bi dest xistibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin