Serokwezîrê Îngîltere Rishi Sunak: Wext hatiye ku em alîkariya Ûkraynayê derxin du qatî

18 February 2023 23:07 0 dîtin
Serokwezîrê Îngîltere Rishi Sunak: Wext hatiye ku em alîkariya Ûkraynayê derxin du qatî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Rishi Sunak di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de di konferansê de axaftinekî kir û got ku divê ji Ûkrayna re bêhtir alîkariyê bikin. Sunak axaftina xwe weha kir:

“Îngîltere yekem welate ku ji Ûkrayna re tank, pîlot û deryavanan gihandiye. Di sala 2022an de me alîkariya bi 2,3 milyar GBP kiriye û em plan dikin di sala 2023an de jî heman tiştan bikin. Pêdiviya Ûkraynayê bêhtir bi top, alavên zirxî û parastina hewayî heye. Ji ber wê jî wext hatiye ku em desteka xwe ya leşkerî derxin du qatî. Dema Putin dest bi şer kir, difikirî ku yekîtiya me xerab bibe. Niha jî difikire ku cesareta me bişkê. Wê wextê me nîşanî wî da ku ew xelete û em ê di pêş de jî nîşan bidin.

Ji bo Ûkrayna şer qezenc bike pêdivî bi stratejiya leşkerî heye û ji bo aştiyê qezenc bike pêdiviya me bi stratejiya siyasî heye. Ev jî tê vateya destekkirina hûqûqa navdewletî. Divê Rûsya hesab bide temamê dinyayê. Divê herkes bibîne ku Putin li ber edaletê li ber Dadgeha Ceza ya Navdewletî hesabê sûcên şer yên li Buça, İrpin, Mariupol û ciyên din kiriye, bide.

Divê em bi hev re alîkariyê bikin da bajarên Ûkraynayê ji bombeyên Rûsya û balafirên bê ajotvan yên Îranê biparêzin. Ji ber wê, dê Îngîltere sîlihên menzîlên wan dirêjtir bide Ûkraynayê. Ji bo em sîstemên parastina hewayî bidin Ûkrayna û ji bo netewa xwe biparêzin, pêdiviya wan bi avakirina hêzên hewayî heye, divê em ji wan re ava bikin û em ji bo avakirinê bi hevkarên xwe re dixebitin.”

Sunak, her weha behsa rola Tirkiyê di vekirina koridora dexl de kir û behsa rola serkeftî ya Tirkiyê jî kir.