Rishi Sunak: Hilbijartina pêswext di 4ê Temmûzê de dê bêkirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Rishi Sunak ragihand ku wê di 4ê Temmûzê (Tîrmeh) de li Îngîltere hilbijartina pêşwext çêbibe û tevlîbûna hilibijartinê gelek girînge. Sunak got:
“Min îro bi qral re ji bo fesxa parlementoyê hevdîtin kir, min jê daxwaz kir û parlementoyê fesx bike û qral daxwazê qebûl kir. Em ê di 4ê Temmûzê de hilbijartina giştî bikin.”
Sunak, li ofîsa xwe ya li kolana Downingê ragihandina çapemeniyê kir, behsa xebatên serkeftî yên di aboriyê de kir, ragihandina pêşdeçûna aboriyê kir û got ku planên kirine, di aboriyê de bi ser ketine û enflasyon daketiye. Sunak rêyeya enflasyonê da û got ku enflasyon di meha Nîsanê de gihaye asta herî kêm ya 2,3an.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin